KENÊRK
Di peymana kevnar de (Tewrat) çîroka afirandinê wiha dibêje; “Reb, li rojhilat, li Adenê ji bo Edem baxçeyek çand, nava baxçeyî de robarek (Çem) têdizî, diherikî, dibû çar şaxan; ji wan şaxan robara yekemîn Pîşon, ya duyemîn Gîhon, ya sêyemîn Dîcle, ya çaremîn jî Ferat bû.“ Her wiha Tewrat nîşan dide ku behîşta rûerd, mezopotamya bixwe ye.
Qurana pîroz jî di sureyê Hûd de çîroka Edemê duyemîn (Nuh) di Cudî de destpêdike. Çavkaniyên di destê me de nîşan didin ku; axa ku îro Kurd lê dijîn bi dayîn û girîng e. Bi rastî jî di destpêka jiyanê vir de bi sedan qewm û gel hatine, çûne, tê de mane, kelijiyane û keleporek bê hempa li pêyî xwe hiştine.
Li ser van nîşaneyan em dikarin bibêjin; ew der „Mala Jînê“ ye, navenda keleporê ye. Îro, ji bilî yên ku hatî tuneyî kirin, di mûzeyan de bi hezaran mayînde û mêrateyên niviskî, berhemên çêkirî hene. Di destana Gilgamêş de bigrin heta Mem û Zîn a Ahmedê Xanî mirov dikare gelek nûmîneyên din bide.
Ji bilî yên niviskî îro bi hezaran destan, çîrokên mîtoljîk, fabl, serhatî, anaktot, gotinên pêşiyan, biwêj, sitran di devê gel de ne, bi ragîhandina dengbêj û çîrokbêjan xwe gihandine roja me. Gelê Kurd di dîroka xwe ya dûr, dirêj û kevnar de bi folklor û zargotinên xwe gencîneyeke wîsa aniye holê ku bi reng û bêhna xwe hemû keleporên cîhanê mêjandine û têr kirine. Weke baxçeyekî têr kulîlk û bêhn xweş bi her babetî fêkî dane û bi her alî ve mora xwe li jiyanê daye.
Nasnameya gelan bi zargotinên wan diyare. Her gel, reng û bêhna xwe, nirx û rexneyên xwe, hemû taybetî û fermiyên xwe di zargotinên xwe de tîne zimên. Tê gotin ku berhemên wêjeyî gerdûnî pêwîstin, lê divê her berhemek wêjeyî mora herêma xwe ragîre û bi reng û bêhna xwe diyar bibe. Herêma berhemên wêjeyî ling û bingeha wê pêktîne, divê gerduniya wê berhemê li ser hîm û bingeha wê bêyî avakirin da ku qonaxa dawiyê de nirx û rûmeta xwe bibîne.
Di zargotina gelan de zor babet û cureyên wêjeyî henin. Gotinên pêşiyan, biwêj, çîrok, fabil, serhatî, serborî, metelok, pêkenok, tiştonek û stranên gelêrî ji wêjeya devkî her yek babet û beşeke ji hev cuda ne. Ew berhemên gelerî bi ceribandina hezar salan pêk hatine, di destpêkê de heta îro, parzûnê
Mehmet Oncü
Têbinî (NOT): Bi baweriya ku ew berhemên bi rûmet û giranbiha ji wêjeya hemdem re bibin hîm û bingeh, heta ku ji destê me tê, emê di malpera “Zincirli Kuyu” ya ku ji bo çand û keleporê veqetandî de ji folklora kurdî numîneyên baş û nû pêşkeşî xwendevanên xwe bikin.
h
Yayınlama 2010-02-25 00:52:42 210 kez okundu.
Copyright © by Zincirlikuyu.net Tüm Hakları Saklıdır.
[ Geri Dön ]
|