Zincirlikuyu.Net-Internetteki Evimiz
  ANASAYFA     FORUM   FOTOĞRAF ALBÜMÜ   VİDEOLAR     LİNKLER   YAZARLAR   SİTE İLETİŞİM  
Menü
Zincirlikuyu
Tanıtım
Konum
Belediye
Çand û Ziman
Çîrok
Tiştonek
Stran û Klam
Zimanê Kurdî
Naven Zaroka
Mesele û Henek
Gotinen Mezinan
Platform
Anı
Şiir
Kurdî
Görüş
Sanat
Folklör
Söyleşi
Gündem
Araştırma
Kitap/Film
Öykü/Deneme
Site Ekran
Basından Seçmeler
Gazeteler
Telefon Rehberi
Kan Grubu Listesi
Sağlık, Yaşam
Özgün Çekimler
Özgün Albümler

Üye Paneli
Üye Adı
     Şifre
(Üye Ol)

Şu an Bağlı:
Ziyaretçi: 11
Üye: 0
Toplam: 11

Imza Kampanyasi !


Kûrtçe dersler
resime tiklayiniz

Islami Konular

Davetiyeler

Birnebun

2,5 MB...... >>bixwîne


   Kasabamıza hoşgeldiniz!    
Hasan Kaya
Ekle: Facebook'a ekle Google'a ekle Twitter'a ekle Digg'e ekle DEL.ICO.US technorati tusul
Arkadaşınıza gönderin Arkadaşınıza gönderin
Yazara Mesaj Yaz Yazara Mesaj Yaz
Sayfayı Yazdır Sayfayı Yazdır
Yorum Ekle Yorum Ekle
Yazarın son 5 yazısı
Anasayfaya Geri DönMACIRÊ-2
Anasayfaya Geri DönYaralı bir ülke ve yaralı bir kimlik
Anasayfaya Geri DönMACIRÊ-1
Anasayfaya Geri DönERGENEKON
Anasayfaya Geri Dön EY CELAD!

Anasayfaya Geri Dön Anasayfaya Geri Dön

Karakter boyutu :13 Punto 15 Punto 17 Punto 19 Punto


  MACIRÊ-2   

Hêj tiştek ji hev nehatiye vewejartin. Reş û spî têkilhev e. Ne xweşik tarîx hatiye nivîsandin. Ne li ser belge û dokumanan xweşik xebat çêbûne. Mînak tenê li Mezopotamya gelo çend dekar zevî hene. Gelo beriya 1910an, tapoya van zeviyan di destê kê de bûn.

Min li ber sebeta wê çong veda. Wekî Îbraniyekî ku tengî dîwarê Dawid bibe. Wisa bi kubarî, pîrozawer û bi kelecan. Heçku wê gaveke din, dîrok mîna kalemêrekî bi tewekul û zana libo libo xeber bidaya û devê min ji hev bûyî, ezê wekî metelmayekî bêtûte destê min li ser argûşkan, minê lê guhdarî bikiriya.

Min got ey sebet! Hêvîdar im nifşê zemanî pê zanibin û nifşên navsere bikaribin vê peyvê jî, wekî laşekî mirî ji binê komek mirovên bombebarankirî derbixin. Lewre peyv jî mîna hemû giyanaweran in. Dema ku ji rewacê dikevin, êdî koçî goristanên xwe dikin. Çawa qebristanên mirovan hene, yên peyvan jî hene. Evîndar û hezjêkiriyên wan; ango şaîr û nivîskar, wan ji binê şikêr û lodan derdixin, bi wan dilîzîn, kirasekî nûjen li wan dikin û derdixin nav bazarê û mazatê.

Welhasil bi kurtî “Sebet” sandoqa bûkaniyê ye.

Ez hatim û li ber sebeta Macirê rûniştim. Sebet ji zergûzê bû. Kifş bû ku ji destê hostayekî zemên ê jîr û zana derketibû. Bîhna lawij û dûayên Ermenîkî ji motîfên li ser wê difûriya. Lehengê Tork û Tarhundas eşkere û diyar bûn.

Ew sebeta ku hemû çav vexwendî hurmet û kubariyê dikirin; tilsim û razdariya xwe bera ser odeya Macirê dida.

Ya rast wekî hemû hemtayê xwe, heçku piçekî ji ber qelsiya bapîrê xwe keder û janekê xwe bera ser hişê min da. Min got ey dîrok! Te wekî xencereke zengirtî, xwe bera ser bext û talîhê cumle netew û civakan da! Ez li ber vê sebeta han şermoke û bixof im. Çawa derebeg û alayên Hamîdî di qadê gund û bajaran de hesp bezandin li ser gerdeniyê zeriyên xama û hostayên wisa kedkar. Çawa Macirê wisa ji welatê jorîn, ji serhedan xwe bera welatê başûr berda?


De ka em hemaset û nezaketê daynin dera han; em guhê xwe bidin sebeta ku ji ber destê Sarkîsyan derketibû, bila ew ji devê xwediya xwe behsa mazîyê bike:

Hêj dengê mekanîk, alavên modern, çekên pêşketî zêde nehatibûn welatê me. Îsot, frengî û balîcan xera nebûbûn Bîhna gizêra hebû. Gotin û ehd hêj bi qedr bû. Qedrê mêvanan hebû. Siruşt hîna wekî laşekî jikêrketî nebûbû.


Ax...! Çima nebêjim hîna evîn neketibû nav cûzdan û borsayan! Li ber tifikên ku agirê êzingan dilê xortan disot, çend roj û çend şevan gotinên rojnedîtî ji devê dengbêjan dipekiyane ser ribab û tembûran.


Ji Colemêrgê heta bi nav êla Hesen û Heyderan û heta bi nav Feylî, Hewramî, Şemer û Qerekêçiyan def hebû, zirne hebû...keyf, şahî, xwarin, vexwarin hebû. Siruşt bi bereket û adan bû. Herçnd serê çend salan xelayê zarok, pîr û nexweş diqelandin jî, li welatekî, seranser mirovanbi pênîr, mast, nivişk, hungiv, hêk û giyayên çiyayî dikaribûn qernekî sax heyata xwe berdewam bikin.


Ez Rakela keça Amîr. Navê diya min Sosî. Amirê bavê min erê heddadekî jêhatî yê dora Wanê bû; lê wekî qralekî xwedî hebûn bû. Hespên ‘Erebî, keriyên pez, kûpê zêr di qesra bavê min de heyînên rojane bûn.

Gundiyen kurmanc tevir, bêr, das, kêr û xencerên xwe didane çêkirin li ba bavê min ê simbêlmezin. Kirîvên me yên Çiyayî rojeke tenê jî ji me re negotin quzelqurt.

Jiyan wekî aveke herik, wisa xweş, nerm û nazenîn bû.

Heta wê sibeha ku xwîn di cokên taxa me de herikî, me ne şer dît ne jî mêrkujî.

Lê dema dengê naqosê û dudukê wekî nalîna birîndarekî xedar bi ser bajêr de belav bû, êdî koçê me bi rê ketin; li deşt û newalan, ji zozan û baniyan dê weledê xwe avêt û em li gora herikîna Çemê Feratê meşiyan. Me xwe kire pêsîra ava Muradê.

Em meşiyan û meşiyan. Her ku diçû mirov ji karwanê me kêm dibûn. Lê hê bêtir jin û keç kêm dibûn ji karwan.

Bavê min Amîr di hundirê dikana xwe de hate gurandin, wekî ku tu pezkoviyekî serjêke.

Diya min Rakel xwe avête ser cendekê wî, lê ew jî dane ber xenceran

Meta min a Şûşê, li beriya Mûşê ma.

Apê min Hayk li nêzî Misricê ji kerba mir.

Ez û xwişka xwe Mayrik, digel karwanê di bin parastina axayekî kurd, bi heftê belayî gihîştin Paloyê.


Li wê derê debara me nebû, dîsa karwan bi rêket. Vê carê hedefa me Şam û Heleb û Bêrûd bû.

Lê bi rê de, çerçiyekî dest ser min danî û dawî ez firotim axayekî ji welatê Têrkan.

Şeş zaroyên min ji Eliyê Zaza çêbûn.

Sebeta zergûzî, li ser nav û hesabê xwediya xwe incex evqasî dikaribû bi zimanê xwe yê lalik vebêje.

Dawî, min ji binê sebetê rahişte fotoyekî zerbûyî...kurtekirasek li ser bejna Macirê. Por kejî.

Tîrêjên rojê daye çavê wê, lewra kurisandine.

Beriya xatirê xwe ji sebetê û Macirê bixwazim, seranser li ser sedsala dawîn fikirîm.


Hêj tiştek ji hev nehatiye vewejartin. Reş û spî têkilhev e. Ne xweşik tarîx hatiye nivîsandin. Ne li ser belge û dokumanan xweşik xebat çêbûne. Mînak tenê li Mezopotamya gelo çend dekar zevî hene. Gelo beriya 1910an, tapoya van zeviyan di destê kê de bûn. Malê xezînê bûn, malê şexsan bûn, erda mîrî bû, çi bû? Çawa wekî mîsal tapoyê qesra Qenco, yên Şêxê Hamîdiyan, yên Bucaxan, yên mala Necîm, Mala Nicma, Mala Gozê û yên bi sedan “Mal”an bi hezaran hektar bin?


Gelo xwediyê aş û qonaxan, xwediyê xan û manan, xwediyê van bax û bexçeyan kî bûn. Em lê dinêrin mirovekî çerçî, an malbeteke muhacir bûye xwediyê deh gundan. Çawa çêdibe?

Heke ax welat be, ma yên ku bostek axan wan tune be, wê çi ji welat bikin.

Îro xwediyên hezaran dekar ax ji bo “Welat” çi dikin.

Yên ku dimrin kesên “Bêax” in.

Ha Şûşê, Rakel, Hayk û Garbîs! Ha Fatim, Zelîxa û Gurgîn û Behced!

Lîstika rûvî, çeqel û hirçan li seranserê welatan berdewam e.

Lê em her û her “MACIR” in!




21.04.2010- ANKARA
  

Bu yazı 2010-06-13 saat 15:22:00 eklendi ve 116 defa okundu





Söz sizde, neden sizde bir yorum eklemiyorsunuz? Yorum Ekle Yorum Ekle





Sitemiz PHP-NUKE Tabanlıdır.
Copyright © www.zincirlikuyu.net - Bütün hakları saklıdır!
PHP-Nuke Copyright © 2005 by Francisco Burzi.