Zincirlikuyu.Net-Internetteki Evimiz
  ANASAYFA     FORUM   FOTOĞRAF ALBÜMÜ   VİDEOLAR     LİNKLER   YAZARLAR   SİTE İLETİŞİM  
Menü
Zincirlikuyu
Tanıtım
Konum
Belediye
Çand û Ziman
Çîrok
Tiştonek
Stran û Klam
Zimanê Kurdî
Naven Zaroka
Mesele û Henek
Gotinen Mezinan
Platform
Anı
Şiir
Kurdî
Görüş
Sanat
Folklör
Söyleşi
Gündem
Araştırma
Kitap/Film
Öykü/Deneme
Site Ekran
Basından Seçmeler
Gazeteler
Telefon Rehberi
Kan Grubu Listesi
Sağlık, Yaşam
Özgün Çekimler
Özgün Albümler

Üye Paneli
Üye Adı
     Şifre
(Üye Ol)

Şu an Bağlı:
Ziyaretçi: 11
Üye: 0
Toplam: 11

Imza Kampanyasi !


Kûrtçe dersler
resime tiklayiniz

Islami Konular

Davetiyeler

Birnebun

2,5 MB...... >>bixwîne


   Kasabamıza hoşgeldiniz!    
Mem Xelîkan
Ekle: Facebook'a ekle Google'a ekle Twitter'a ekle Digg'e ekle DEL.ICO.US technorati tusul
Arkadaşınıza gönderin Arkadaşınıza gönderin
Yazara Mesaj Yaz Yazara Mesaj Yaz
Sayfayı Yazdır Sayfayı Yazdır
Yorum Ekle Yorum Ekle
Yazarın son 5 yazısı
Anasayfaya Geri DönÇARÎNÊN SÎNG QELİŞTÎ
Anasayfaya Geri DönGOŞT Û NÊNİG
Anasayfaya Geri DönBENDEWARA MİN BE
Anasayfaya Geri DönHEVPEYVÎNEK Bİ MAM RECALL RE
Anasayfaya Geri DönDE BİGİRÎ

Anasayfaya Geri Dön Anasayfaya Geri Dön

Karakter boyutu :13 Punto 15 Punto 17 Punto 19 Punto


  GOŞT Û NÊNİG   

JiMerivên, ku doralîyên wanan girtî;
Yekî
: - Kî revîya, emê qurşînkin. Got.
Ehmed, doralîyê xwe nêrî ku polîsin. Ehmed, dît mîna ku polîs gotî rast bû. Dor paş wana hatibû hewş kirin. Ehmed, çû cem polîs û belgeya misada ku ji bo , afîş dardakirinê sandibûn da vî. Ku, bizanin ew û hevalên vî tiştekî qedexe nekirine û nakine.
Sal, 1976 bû. Li Wan' ê, herdlerizîn pêkhatibû. Li wê herdlerizînê, 10 hezar Kurd mirin. Telebeyên, Kurdan yên li bajarekî Tirkîye yî mezin dixwandin ; ji bo ku rêvabiran tu alîkarî ya depremzedan nedikirin xwastin vê rewzê protestokin. Ji bo wê jî, li bajarê ku dixwandin afîş darde dikirin. Ehmed, destûrname ya dadstên ( Savcı ) di berî ye de li cem hevala bû . Çar hevalan , afîş darde dikirin. Du hevalan jî, ji bo ku wana ji êrişên faşîstan biparêzin ew , dûre dûr de çav dikirin. wexta ku dîtin polîs tênê, hevalên xwe xeberdarkirin û xwe veşartin.
Ehmed , ji hevalên afîşa bidarde dikin re got :
- Kesek netirse û nereve. Em, tiştekî qedexe nakinî. Em, mafekî xwe yî demoqratîk pêktîninî. Aha, belgeya destûra dadstên ( Savcı) waya ye. Û, ew belga da polîsan. Lê ; ji polîsan re, tu qîmete destûrnamê tune bû.
Polîs:- Aha, reîsê vana tu yî?
Got û ew xortana giştik berhevkirin, birin qereqol.
Zivistan bû. Berf li erdê û eyamî sar bû. Polîs, ew xortana li derve li ber serma zivistanê dawestandin. Afîşên wanan, ji dest girtin. Û ew, afîşanan birin avitin hundirê zobê.
Suat,
Berîkê polîs wan afîşanan bavê zobê ; dest avite milê polîs û nedixwast wan afîşanan bişevitîne.
- Ji bo van afîşanan, me misade girtî ye. Tu mafî te yî, tu wana bişevitînî tune. got.
Polîs :- Ez dixwazim, hûn xwe bi wana germ bikin. Dibe ku, ew afîşanan bibin sedema karekî hê baş.
Suat :
- Na, ji bo ku em vana bidardakin destûrname ya me heye. Lê; tu dibî manî ya mafê me yî demoqratîk.
Polîs:
- Tu, ji ku yî ?
Suat
: - Ez, ji bajarê Konya û qezaya wê Çumra yê me.
Polîs, çerxe xortên din bû.
- Lê, tu ?
- Cihanbeyli
- Tu ?
- Bêdlîs
- Tu ?
- Wan
- Lo, lê tu ?
- Kulu
Polîs
, çerxe Suat bû.
- Kerî ji kera! mêzeke! vanan ; weledên zîna ya Molla Mustafa Berzanî' ne. Te, xêre ?
Suat: - Ez, alîkarîya hevalên xwe dikim.
Polîs:
- Lo, tu ne Tirkî ?
Suat
: - Erê, ez Tirkim.
Polîs
: - Lê; karê te, li nav wanan çi ye?
Suat
: - Lê , min ji te re got. Alîkarîya, hevalan dikim. Ya tu bizanî; navenda herdlerizînê, SSCB' ye. Li wira, tu miri tunen. Lê; li Wan'ê, deh hezar meri mirin. Em, dixwazin çima li welatê me ewkas meri mirine. Dixwazim, xelkê me bizane sedema wê çi ye.
Polîs:
- Ez, çi bikim ? Min got, ma meri li Wan' ê bimirin?
Suat
: - Na, na te negot. Lê ; bînayên li SSCB' yê ji betonin. Yên li Wan' ê, ji xwelîyê ne. Ji bo wê, li herdlerizînê hilweşîyan. Ewkas meri, mirin. Em dixwazin xelkê me, bizane ku çima li welatê me ewkas meri mirin.Ma , bizanin sedema wê çiye? Em, bajêr afîş dikin.
Polîs
: - Lo, mala bavî te ji betone ? an jî , ji xwelîyê ye ?
Suat
: - Ji xwelîyê .
Polîs: - Kerî ji kera! wenge xerê , çima siftê mala bavî xwe beton nakî ?
Suat:
- Na, ne mala bavî min tenê, dexwaze me ewe ku ; li vî welatî her xanîyek ji herdlerizînê were parastin.
Polîs:
- Li min mêzeke, bavê te tu şandî vira ku tu, bixvînî.
Suat
: - Erê, ez jî ji bo wê li v ira me.
Polîs:
- Lê; ya ku tu dikî çi ye?
Suat
: - Min, cara pêşin ji te re got. Ez, ji bo hevalên xwe li vira me. Hevalên min, mal û malbatên xwe û cîranên xwe wendakirîne. Ya ez dikim, wezîfe ya herkesekî ku xwe însan dizane ye.
Polîs:
- Lo; wa ya, pirsgirêka te ye ?
Suat: - Erê.
Polîs
: - Tû....!!!!! ji te re. Tu, zêde devje yî. Ezê, niha te bikişînim hoda din. Însanetî ye, bi ber te xim.
Suat: - Însanetî ya we, vikase. Him, dibêjin Kurd û Tirk brane. Him jî, li tiştekî veng wana ji xwe nahesibînin û her bê heqî ye, layiqe wana dibînin.
Polîs:
- Erê xwarzi, tu hê zarokî. Hişe te, nagêhijin tiştê veng. Li vî welatî, Tenê Tirk hene. Hinek Tirkên çîyayî, xwe Kurd dihesibînin. Yên wek te jî, wana dixapînin. Ew, ne raste. Tirk û Kurd, wek goşt û nêniga ne. Ji hev, venaqetin.
Suat:
- Na lo, ma Tirk ; goşt, Kurd jî; nênig nebin. Ku nênig, her dirêj bûn yên wek te jî, bibirin.

MEM XELÎKAN
  

Bu yazı 2010-05-27 saat 19:39:48 eklendi ve 193 defa okundu





Söz sizde, neden sizde bir yorum eklemiyorsunuz? Yorum Ekle Yorum Ekle





Sitemiz PHP-NUKE Tabanlıdır.
Copyright © www.zincirlikuyu.net - Bütün hakları saklıdır!
PHP-Nuke Copyright © 2005 by Francisco Burzi.